Du kolberên Kurd ji ber teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînûrê Newsûdê birîndar bûn

11:27 - 20 Şibat 2023

Şeva Yekşemî 30`ê Rêbedanê, du kolberên Kurd yên bi navên “Şoreş û Yadgar” yên xelkê bajarê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.

Ew her du kolberên Kurd bi bê haydariya berê ya hêzên leşkerî yên hikûmetê, bûne armanc û bo tedaviyên pîzişkî bo navenda dermanî hatine veguhastin.

Dubare her şeva Yekşemî 30`ê Rêbendanê, kolberê Kurd yê bi navê “Saman Yeqobî” kurê Salar û xelkê gundê Surêxbanê ser bi bajarê Ciwanroyê bi sebeba qolibîna maşînê li rêya Şebankareyê canê xwe ji dest da û rewşa kolberên du din yên bi navên “Kesira Husênî” yê xelkê gundê Bywendê û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê û “Pêjman Mihemedî” xelkê gundê Zîranê û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê jî nebaş hatiye ragihandin û di ICU a nexweşxaneya Ciwanroyê de ne.