Ciwanro: Birîndarbûn û canjidestdana hejmarek kolber bi sebeba bûyera trafîkê
10:13 - 20 Şibat 2023
Şeva Yekşemî 30ê Rêbendanê, kolberê bi navê “Saman Yeqobî” kurê Salar û xelkê gundê Surxêbanê ser bi bajarê Ciwaroyê, bi sebeba qolibîna maşînê li rêya “Şebankare” canê xwe ji dest da.
Di vê bûyerê de çar kolberên din jî birîndar bûne ku rewşa giştî ya “Kesira Husênî” yê xelkê gundê Biywend û rûniştiyê Ciwanroyê û “Pêjman Mihemedî” yê xelkê gundê Zîran û rûniştiyê Ciwanroyê jî nebaş hatiye ragihandin û di bexşa ICU ya nexweşxaneya Ciwanroyê de ne.
Termê “Saman Yeqobî” bo nexweşxaneya Ciwanroyê hatiye veguhastin.
Wêne ji aliyê rastê bo çepê ve: Saman Yeqobî, Pêjman Mihemedî û Kesira Husênî.