Li Urmiyê jinek ji ber dijberiya zewaca dubare ya hevjînê xwe hat qetilkirin

10:12 - 20 Şibat 2023

Roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, jina bi navê “Me`irifet” naskirî bi (Mayfiyet) Kerîmî ya xelkê bajarê Urmiyê bi sebeba aloziyên malbatî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Çavkaniyeke haydar di vê barê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, ew jina ciwan bi sebeba dijberiya wê digel zewaca dubare ya hevjînê xwe yê bi navê “Ce`ifer Xoyşikar”, û bi destê wî jî hatiye qetilkirin.

Herwisa wê çavkaniya haydar îşare bi vê yekê jî kiriye ku; Belge vê yekê nîşan didin ku “Ce`ifer Xoyşikar” hevjîna xwe fetisandiye, çimkî dewsa reş û şîn bûnê li ser qirka wê diyar in.

Pêka gotina vê çavkaniyê; Birayê hevjînê wê jina Kurd, heyamek berî niha li bûyereke tarafîkê de canê xwe ji dest dabû, û “Ce`ifer Xoyşikar” dixwast digel jinbiraya xwe bizewce, lê digel dijberiya hevjîna xwe rû bi rû bibû.

Wê çavkaniya haydar a “Kurdpa”yê îşare bi vê yekê jî kiriye ku; “Ce`ifer Xoyşikar” piştî qetila hevjîna xwe, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatiye binçavkirin.

“Me`irifet Kerîmî” xwediyê keçeke temen 5 saliye.