Salh Nîkibext û Mes`ûd Şemsinejad parêzeriya her du birayên Tehazade girtin bi stûyê xwe

10:17 - 5 Şibat 2023

Mes`ûd Şemsinejad, parêzerê pile yek yê dadweriyê li ser rûpela tora civakî ya twîtera xwe ragihand ku, navbirî digel Salh Nîkibext parêzeriya Ferhad û Ferzad Tehazade, ku di xwenîşandanên seranserî li bajarê Şinoyê de hatibûn binçavkirin, girtine bi stûyê xwe.

Navbirî nivîsiye: “Piştî seredana li dosyeya her du birayên bi navên Ferhad û Ferzad Tehazade li taya 3`ê ya dadgeha Şoreşa bajarê Urmiyê de û digel erêkirina serokê dadgehê yê di vê derheqê de, me parêzeriya wan her du girtiyên tohmetbar bi “şer li dijî xwedê” digel hevkarê xwe yê bi navê Salh Nîkbext” girt bi stû û ev her du bira li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin û dê li bajarê Urmiyê de bên dadgehîkirin û bi hêviya birê ve birine îdaletê”.

Ferzad û Ferhad Tehazade hevdem digel xwenîşandanên seranserî yên piştî qetila hikûmetî ya “Jîna(Mehsa) Emînî” li 2`ê Rezbera 1401`an hatibûn binçavkirin û ev her du bira xêzandar in ku, Ferzad xwediyê keçike piçûk e û hevjîna wî jî dugiyane.

Ferzad Tehazade piştî bidawîhatina dewrên lêkolînê, li girtîgeha bajarê Urmiyê de ye û di heyama hefteyên derbasbûyî de, Ferhad Tehazade li girtîgeha bajarê Şinoyê bo girtîgeha Urmiyê hatiyevveguhastine.