Sine: Wênegirekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

16:59 - 18 Şibat 2023

Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, “Mehdî Tevekolî” wênegirê xelkê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Binçavkirina “Tevekolî” bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye encam dan.

Herwisa li Banemera sala 1399`an, ew wênegirê Kurd ji aliyê Sitada Xeberî ya îdareya îtla`ata Sinê hatibû gazîkirin û li derheq çalakiyên wî de lêkolîn jê kiribûn.

“Mehdî Tevekolî” roja 21`ê Rezbera 1395`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştî 35 rojan lêkolînkirinê li girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê bo girtîgeha Navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Navbirî piştî heyamekê bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin û li Pûşpera sala 1396`an ji aliyê taya Yek ya dadgeha Şoreşa Sinê bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî” bi du sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezakirin, û navbirî piştî derbaskirina heyama cezayê xwe dubare li Xezelwera sala 1398`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna mehekê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

“Mehdî Tevekolî” mamosteyê wênegirî yê Encûmena Sînemaya Cewan a Kurdistanê ye û di heyama salên derbasbûyî de çendîn pêşangehên wêneyan bi mijara “penaberên Şengal û Kobanî li Herêma Kurdistanê” li bajarê Sinê birê ve birine.