Li Dilhoranê du welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

12:15 - 18 Şibat 2023

Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, du welatiyên bi navên “Ferşad Aynî” temen 29 salî û “Se`idula Aynî” temen 24 salî û xelkê bajarê Dilhorana ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Ew her du welatiyên Kurd bi bê nîşandana belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û li derherq qedera wan ti zanyariyek serast ber dest nine.

“Ferşad Aynî”, ajotvanê Ambolansa nexweşxaneya Dilhoranê ye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan her du welatiyan hatine sepandin ti zanyareke serast ber dest nine.

Wêne: Ferşad û Se`idula Aynî