Veguhastina Osman Îsmaîlî çalakvanê kedkarî bo girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê

11:48 - 18 Şibat 2023

“Osman Îsmaîlî” çalakvanê kedkarî ji bo lêkolînê li girtîgeha îtla`ata Seqizê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê veguhastin.

Roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, malbata wî çalakvanê kedkarî, bona li pey kevtina rewşa wî, serdana taya 3`ê ya Lêpirsînê ya dozgeriya giştî û Şoreşa bajarê Seqizê kiribûn, û wê navenda dozgeriyê, tevî pejrandina binçavkirina wî çalakvanê kedkarî, ji malbata wî re ragihandine ku “Osman Îsmaîlî” bo berdewamiya lêkolînan li îdareya îtla`ata Seqizê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê hatiye veguhastin.

Roja Çarşemî 19`ê Rêbendanê, “Osman Îsmaîlî” bi bê nîşandana belgeyên yasayî li şeqama “Şoheda”ya Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.