Merîwan: Emced Sa`idî çalakvanê medenî bi danîna barimteyê azad bû

09:52 - 16 Şibat 2023

Roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, “Emced Sa`idî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê li girtîgeha wî bajarî azad bû.

Wî çalakvanê medenî nexweşiya riviyan heye û di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi tedawiyên dermanî, parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Roja Şemî 17`ê Befranbarê, “Sa`idî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Merîwanê hatibû veguhastin.

Herwisa roja Duşemî 28`ê Xermananê jî, ew çalakvanê han yê medenî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî çend rojan bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Heta niha li derheq tohmetên ku li dijî “Emced Sai`dî” hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.