Civîna daxwaznameyê ya çalakvanê sendîkaya mamosteyan Şe`iban Mihemedî hat lidarxistin

11:22 - 15 Şibat 2023

Roja Duşemî 24ê Rêbendanê, rûniştina dozê ya çalakvanê sendîkaya mamostayan û endamê desteya rêveberiya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Merîwan, Şe`iban Mihemedî, bi amadebûna parêzerê wî li dadgeha Şoreşa Merîwanê birê ve çû.

Di 17’ê Sermaweza sala 1401’an de, ev çalakvanê sendîkaya mamostayan, bi tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê Komara Îranê, propagande li dijî nizamê û endambûna di yek ji partiyên Kurd ên opozisyonê de”, ji aliyê dadgeha Şoreşa Merîwanê ve bi 5 sal girtîgehê hatibû cezakirin.

Piştî ku biryar ji bo parêzerê vî çalakvanê sendîkayî hat dayîn, daxwaza îdi`anameyê kir.

“Şe`iban Mihemedî” roja Şemî 29’ê Gelawêjê piştî derbasbûna 100 rojan li ser binçavkirina demkî bi danîna barimteya bi qasî 2 milyar Tumenî ji girtîgeha Êvînê hat azadkirin.

“Şe`iban Mihemedî” roja Çarşemî 21ê Banemerê dema ji mala xwe li meydana “Bawe Reşî” ya Merîwanê derdiket, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ji girtîgeha îtla`ata Sinê bo beşa ewlehiyê ya girtîgeha Êvînê hatibû veguhestin.

Piştî bidawîhatina dema lêpirsînê, ji benda 209 a ewlehiya girtîgeha Êvînê bo beşa giştî ya vê girtîgehê hatibû veguhestin.

Herwiha roja Yekşemî berwar 10`ê Rêbendana sala 1400`an, “Mihemedî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 5`ê Reşema heman salê, bi danîna barimteya bi qasî 500 milyon Tumenî ji girtîgeha Merîwanê heta bidawîbûna dadgehê bi awayê demkî hat azadkirin.