Mes`ûd Kurdpûr li girtîgehê azad bû

10:59 - 15 Şibat 2023

Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, “Mes`ûd Kurdpûr”, sernivîserê Ajansa Nûçegihaniya Mukriyanê, li girtîgeha Bokanê hat azadkirin.

Pêka çavkaniyeke haydar, ew rojnamevan û çalakvanê mafê mirovî ne ev bixwe û ne jî parêzerê wî ti daxwazkariyeke lêborîn nekirbûn û azakirina wî bê haydarkirina berê bûye.

“Kurdpûr” ji aliyê dadgeha Şoreşa Bokanê bi tohmeta “propagende li dijî nizamê” bi 9 meh girtîgeh û “têkdana prensîpa giştî” jî bi 8 meh girtîgehê hatibû cezakirin.

“Mes`ûd Kurdpûr” roja Sêşemî 29`ê Xermanana sala 1401`an, li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo îdareya îtla`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî bidawîbûna lêkolînê bo girtîgeha Miyandavê hatibû veguhastin û piştire bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin.

“Mes`ûd Kurdpûr” berê jî, ji bo çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bi hepsê hatibû cezakirin.