Sê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê li girtîgeha Nexedê azad bûn
Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, 3`ê welatiyên Kurd yên bi navên “Sîna Deşmîr temen 19 salî û kurê Kemal, Qadir Mihemedpûr temen 35 salî û kurê Ezîz û Muhsên Qadirî temen 29 salî û kurê Tahir” û xelkê gundê Gizgisik yê ser bi bajarê Pîranşarê, her yek ji wan bi danîna barimteya bi qasî 4 miliyard Tumenî bi awayê demkî li girtîgeha Nexedê hatin azadkirin.
Ew her 3`ê girtiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe bê par bûn.
Serspêdeya roja Çarşemî 28`ê Befranbarê, ew her 3`ê welatiyên Kurd bi bê nîşandana belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Urmiyê hatibûn veguhastin.
Herwisa ew her 3`ê welatiyên Kurd piştî bidawîbûna lêkolînê bo girtîgeha Nexedê hatibûn veguhastin û heta niha li derheq sedeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.
Wêneya ji aliyê rastê bo çepê ve: Sîna Deşmîr, Muhsên Qadirî û Qadir Mihemedpûr