Girtîgeha Nexede: Ehmed Ebdulapûr bi danîna barimteya bi qasî 3`ê milyard Tumenî azad bû

10:36 - 15 Şibat 2023

Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Ehmed Ebdulapûr” yê xelkê bajarê Pîranşarê bi danîna barimteya bi qasî 3`ê milyar Tumenî bi awayê demkî heta dema bidawîbûna dadgehê li girtîgeha Nexedê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatê bê par bû.

Sersipêdeya roja Çarşemî 28`ê Befranbarê, “Ebdulapûr” bi bê nîşandana belgeya yasayî li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd piştî bidawîbûna lêkolînê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin.

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.

“Ehmed Ebdulapûr” roja Duşemî 19`ê Sermaweza sala 1397`an jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Çarşemî 17`ê Rêbendana heman salê ji aliyê taya 102 ya dadgeha keyferî ya Pîranşarê bi tohmeta “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezakirin û cezayê vî welatiyî bi pêşkêşkirina dengdanê tevî rojên binçavkirina berê bû sê meh û 15 roj.

Roja Şemî 9`ê Reşema sala 1399`an, “Ehmed Ebdulapûr” bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin û li Xakelêweya sala 1400`an bi bidawîbûna heyama girtîgehê azad bibû.