Îlam: Arîn Koxayî bi dûrîna lêvên xwe dest avêt bi girevê

09:46 - 15 Şibat 2023

Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, “Arîn Koxayî” yê xelkê bajarê Îlamê, bi dûrîna lêvên xwe li girtîgeha wî bajarî de dest havêt bi girevê.

Pêka gotina çavkaniyek haydar, wî girtiyê ji ber pêranegihîştin bi dosyeya xwe, nerazîbûn nîşan daye û dest havêt bi gireva birçî bûnê.

“Arîn Koxayî” li taya 3`ê a Lêkolînê ya dadgeha Giştî û Şoreşa Îlamê de, bi “rêkxistinkirina girûpên têkder, wêrankarî, nimayêş bi çekê û têkdana pirensîpên giştî” hatiye tohmetbarkirin.

Li Sermaweza îsal de, ew welatiyê Kurd di dosyeyek din de bi tohmeta “bêrêzîkirin bi pîrozbahiyan” ji aliyê dadgeha keyferî ya Îlamê bi dana perê nexid hatibû cezakirin.

“Arîn Koxayî” jidayîkbûyî sala 1382`an û kurê Newroz e û li rêkevta 8`ê Xezelwerê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîbûna lêkolînê, bo girtîgeha navendî ya Îlamê hatibû veguhastin.