Mamosteyek Olî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

16:22 - 14 Şibat 2023

Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, mamoste “Fetula Rostemî” pêşnmêjê Înê yê gundê Meraxan yê ser bi bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew mamosteyê Olî yê Kurd ji bo alîkarî gihandin bo xelkê erhejlêdayî yê bajarê Xoyê, ku serdana wî bajarî kirbû li destpêka bajarê Urmiyê de bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî mamosteyê Olî hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.

Li gor amarên tomar kirî li navenda Mafê Mirovî a Kurdpa yê, ji destpêka xwenîşandanên seranserî yên Îranê heya niha 27 melayên Kurd hatine gazîkirin û girtin.