Melayek din yê Olî yê Kurd bo îdareya îtla`ata Pîranşarê hat gazîkirin û binçavkirin

17:24 - 1 Şibat 2023

Roja Sêşemî 11`ê Rêbendanê, mamoste Îbrahîm Selîmî, pêşnmêjê mizgefta “Çar Yar Nebî” ya Pîranşarê, piştî gazîkirin bo îdareya îtla`ata wî bajarî hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniya haydar, li derheq çarenivîsa wî melayê Olî yê Kurd, piştî binçavkirinê ti zanyariyek ber dest nine.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, mela Îbrahîm Selîmî, bi sebeba piştevanîkirin ji xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê hatiye gazîkirin û binçavkirin.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Duşemî 10`ê Rêbendanê mela Luqman Emînî pêşnmêjê mizgefta Cam`I a Çar Yar Nebî ya Sine û mela Îbrahîm Kerîmî Nenile, pêşnmêjê mizgefta Cam`I a gundê Nenileya bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.