Mihabad: Emîr Babolî bi danîna barimteyê li gritîghê azad bû

12:02 - 14 Şibat 2023

Roja Yekşemî 23`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Emîr Babolî” yê xelkê gundê Lec yê ser bi bajarê Mihabadê bi danîna barimteyek giran azad bû.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya bi qasî 4 milyard û 600 Hezar Tumenî bi awayê demkî heta bidawîbûna dewrên dadgehê li girtîgeha Mihabadê hatiye azadkirin.

Roja Sêşemî 25`ê Pûşpera îsal, ew welatiyê Kurd bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Babolî piştî bidawîhatina lêkolînan bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin û herwisa di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bû.

Heta niha, li derheq tohmetên ku li dijî “Emîr Babolî” hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.