Cezaya îdamkirina du girtiyan li giritîgeha Urmiyê de birêve çû

10:55 - 14 Şibat 2023

Serspêdeya roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, cezaya îdamkirina du girtiyên bi navên “Mihemedelî Exterî Kehlan û Mîlad Cacûyî Xanik” li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de, birê ve çû.

Ew her du girtî roja Yekşemî 23`ê Rêbendanê, bo birêvebirina cezaya îdamkirinê bo odeya takekesî hatibûn veguhastin.

Ev her du girtiyên han di Rezbera sala 1397`an de tevî hevwelatiyekî din yê bi navê “Mîlad Xefarzade Qere Qişlaq” bi tawana “Diziya çekdarî ku bû sebeba qetla” zergerekî li bajarê Urmiyê hatibûn binçavkirin û li Xakelêweya sala 1398`an de, ji aliyê taya 2a dadgeha Şoreşa bajarê Urmiyê bi tawana "Moharibe" bi diziya çekdarî bi îdamê hatibûn cezakirin.