Ayet Arifîniya li girtîgeha Îlamê azad bû

10:06 - 14 Şibat 2023

Roja Duşemî 24`ê Rêbendanê, “Ayet Arifîniya” xwandekarê fekulteya Maf û Birêvebrê kanal telegiramî ya “Abdanan der Gozerê Zeman” piştî ragihandina daxuyaniya “Lêborîn û kêmkirina cezayên giştî” li girtîgeha Îlamê hat azadkirin.

“Arifîniya”ji aliyê taya Yek ya dadgeha Şoreşa Îlamê, bi serokatiya dadwer “Receb Mihemedî” bi tohmeta “rêkxistina koman bi armanca têkdana ewlehiya welat” bi 6 sal heps (ku 3`ê salên vê ragirtiye) û “çalakî û propagende li dijî nizamê” (li rêya avakirina kanala telegiramî) bi 7 meh û 15 roj girtîghê hatiye cezakirin û herwisa pasaporta wî jî dest bi ser de hatiye girtin û heta du salan mafê çûna dervey welat tuneye.

“Ayet Arifîniya” xelkê Avdananê ye ku, roja Duşemî 9`ê Xezelwerê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û di heyama binçavkirinê ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bû.