Sine: Sîwan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurd bi danîna barimteyê azad bû
09:54 - 14 Şibat 2023
Roja Duşemî 24`ê Rêbendanê, “Sîwan Îbrahîmî”, mamosteyê zimanê Kurdî û endamê Heyeta Birêveberiya Encûmena Ferhengî û Çandî a “Nûjînê”, bi danîna barimteyê bi awayê demkî li girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê azad bû.
Ew endamê Encûmena “Nûjînê”, bi danîna barimteya bi qasî Yek milyar Tumenî li girtîgeha îdareya îtla`ata bajarê Sinê hatiye azadkirin.
Herwisa ew mamosteyê zimanê Kurdî di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.
Roja Çarşemî 28`ê Befranbarê, “Îbrahîmî”bi bê nîşandana belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Sîwan Îbrahîmî” hatine sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nine.