Soma Pûrmihemedî û Sirwe Pûrmihemedî bi danîna barimteyê azad bûn
Roja Duşemî 24`ê Rêbendanê, Soma Pûrmihemedî û Sirwe Pûrmihemedî, endamên Encûmena Ferhengî û Çandî a “Nûjînê” bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta dema bidawîhatina dewrên dadgehê li Navenda Îslah û Terbyeta Sinê azad bûn.
Ew her du xwîşk her yek bi danîna barimteya bi qasî Yek milyard Tumenî li Navenda Îslah û Terbyeta bajarê Sinê azad bûn.
Herwisa ew her du endamên Encûmena “Nûjînê” di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûn.
Roja Çarşemî 28`ê Befranbarê, “Soma Pûrmihemedî” mamostaya zimanê Kurdî û Endama Heyeta Birêveberiya Encûmena Ferhengî û Çandî a “Nûjînê”di dema li pey kevtina dosyeya hevjînê xwe “Îdrîs Mênberî”, li dadgeha Şoreşa Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Herwisa roja Yekşemî 9`ê Rêbendanê, “Sirwe Pûrmihemedî”, Endama Encûmena Ferhengî û Çandî ya “Nûjînê”jî, li dema lipey kevtina rewşa binçavkirina wan her du endamên wê encûmenê li dadgeha Şoreşa Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Heta niha, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan her du xwîşakan hatine sepandin, ti zanyariyek ber dest nine.