Berdewamiya binçavkirin û bê çarenivîsiya Pêjman Yasemî li girtîgeha Îlamê de

17:18 - 13 Şibat 2023

“Pêjman Yasemî” yê xelkê bajarê Avdananê tevî derbasbûna nêzî 3`ê mehan li ser heyama binçavkirina wî de, heta niha jî bi bê çarenivîs di girtîgeha Îlamê de ye.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew welatiyê Kurd li dema binçavkirinê heta niha ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re bê par bûye.

Herwisa wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, serdozgerê Avdananê sebebê birêve neçûna dosyeya wî di dozgeriyê de ye û heta niha civîna dadgehîkirina navbirî birê ve neçûye.

Yasemî li rêkevta 2`ê Sermawezê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û piştî bidawîbûna dewrên lêpirsînê li girtîgeha îdareya îtla`ata Îlamê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatiye veguhastin.

Ew welatiyê Kurd xêzandar e û xwediyê zarokekê ye.

Heya niha li derheq tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.

 Roja Çarşemî 19`ê Rêbendanê jî, “Pêyman Yasemî” birayê “Pêjman Yasemî” li ser rêya hundrî Dînarkoh a bo Avdananê bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.