Biryara binçavkirina demkî ya mamoste Yûnis Noxwa bo heyama 15 rojên din dem dire bû

10:56 - 13 Şibat 2023

Biryara binçavkirina demkî ya mamoste Yûnis Noxwa, yek ji mamosteyê xwandingeha Zanista Olî ya Selahedîn Eyûbî ya Pîranşarê bo heyama 15 rojên din hat dem dirêjkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ev mamosteyê Olî di girtîgeha îdareya îtla`ata Urmiyê de lîkolîn jê hatiye kirin û heta ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par bûye.

Wê çavkaniya haydar di berdewamiyê zêde jî kiriye ku, Ew mamosteyê Olî di heyama binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye îşkencekirin.

Sersipêdeya roja Sêşemî 4`ê Rêbendanê, mamoste Yûnis Noxwa li ser rêya di navbera Peswê bo Pîranşarê, bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî hatibû binçavkirin.

Roja Duşemî 26`ê Befranbarê, mamoste Yûnis Noxwa ji aliyê taya 6 a dadgeha taybet ya Rûhaniyet a Tewrêzê bi serokatiya dadwer, “Elîesxer Hoşyar” bi heps û mafê nebûna ji xwekirina kincên rûhaniyetê hatiye cezakirin.