Mamoste Şerîf Mehmûdpûr û mamoste Seyîd Silêman Ehmedî bi danîna barimteyê azad bûn

10:29 - 13 Şibat 2023

Roja Yekşemî 23`ê Rêbendanê mamoste Şerîf Mehmûdpûr pêşnmêjê mizgevta Resûlila ya Peswêya ser bi bajarê Pîranşarê û mamoste Seyîd Silêman Ehmedî yek ji mamosteyên Xwandingeha Zanista Olî ya Selahedîn Eyûbî ya Pîranşarê bi danîna barimteyê li girtîgeha Urmiyê azad bûn.

Ew her du mamosteyên olî yên Kurd bi danîna barimteya bi qasî 500 milyon Tumenî bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên lêpirsînê li girtîgeha Urmiyê hatin azadkirin.

Herwisa ew her du mamosteyên Olî piştî bidawîhatina dewrên lêkolînê li girtîgeha îdareya îtla`ata Urmiyê bo girtîgeha wî bajarî hatibûn veguhastin û di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe bê par bûn.

Şeva Duşemî 3`ê Rêbendanê, mamoste Şerîf Mehmûdpûr piştî xwandina daxuyaniya mamosteyên Olî yên bajarê Pîranşarê û yên derdorê ya li derheq bidarvekirinên heyamên derbasbûyî, binçavkirinên beredayî, îşkencekirina girtiyan û dana cezayên keyferî ji wan re, bi bê nîşandana belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û herwisa hêzên ewlehî bêrêzî pê kiribûn.

Serspêdeya roja Sêşemî 4`ê Rêbendanê, mamoste Seyîd Silêman Ehmedî li ser rêya Peswê bo Pîranşarê bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Pêşwazîkirina xelkê li mamoste Şerîf Mehmûdpûr û mamoste Seyîd Silman Ehmedî piştî azad bûnê.