Girtîgeha Nexede: Cemal Elîzade bi danîna barimteya bi qasî 3`ê milyard Tumenî azad bû

16:57 - 12 Şibat 2023

Roja Yekşemî 23`ê Rêbendanê, “Cemal Elîzade” welatiyê xelkê bajarê Pîranşarê bi danîna barimteya bi qasî 3`ê milyard Tumenî bi awayê demkî heta bidawîbûna dewrên dadgehê li girtîgeha Nexedê azad bû.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatê hatibû bêparkirin.

“Cemal Elîzade”, bo lêkolînê bo girtîgeha îtla`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û piştî bidawîbûna lêkolînê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin.

Şeva Sêşemî 26`ê Rezberê, hêzên ewlehî êrîşî ser mala “Cemal Elîzade” kiribûn û bi bê nîşandana belgeya yasayî navbirî binçavkiribûn.