Hemedan; Welatiyekî Kurd bi cezayê girtîgehê û cezayê zêde hat cezakirin

11:19 - 12 Şibat 2023

Welatiyê Kurd yê bi navê “Qubad Yarî” kurê Mihemedelî û xelkê gundê “Tacava”yê ser bi bajarê Behar a ser bi parêzgeha Hemedanê, ji aliyê taya 101 ya dadgeha keyferî ya du ya Beharê bi serokatiya dadwer “Murteza Xulamî Celal” bi 91 roj hepsa te`izîrî bi hesab kirina heyama binçavkirina berê û cezayê zêde hat cezakirin.

Li gor biryara dadgehê, di heyama ragirtina vî welatî de li gor cîbicîkirina madeya 48 a serperiştiya madeya 42 a yasaya cezayên îslamî, di heyama sê mehan de, bi xwendina pirtûka “Vilayeta Feqîh” damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê û bi kurtî îşarekirin bi yekîneya eqîdetî siyasî ya Spahê ya li nahyeya Beharê, bi pêşkêşkirina konferansê di wê yekîneyê de, û belgeya wê yekîneyê pêşkêşî cîbicîkirina cezayên keyferî ya Dozgeriya Giştî û Şoreşa Beharê.

Ew welatî di Xezelwera îsal de ji aliyê hêzên îtla`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawî hatina dewrên lêkolînê bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Telefona vî welatî piştî 82 rojan bi merca radestkirina 23 pirtûkên ku ji aliyê Mihemed Qazî ve hatine wergirandin bo îtla`ata Spahê, dest bi ser de hatiye girtin.