Li dozgeriya bajarê Sehne perestarek hat tohmetbarkirin

10:14 - 12 Şibat 2023

Emîr Alîbêygî, perestarê nexweşxaneya “Mo`avin” a bajaroka Sehne li taya lêpirsîna dadgeha wî bajarî de hat tohmetbarkirin

Ew perestar bi “propagende li dijî nizamê ji rêya rêkxistina rûpela tora civakî ya îstgramê û belavkirina nûçeyên nerast”, hatiye tohmetbarkirin.

Emîr Alîbêygî li rêkevta 19`ê Sermawezê li nexweşxaneya “Mo`avin”a Sehne, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtla`ata bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Herwisa hêzên ewlehî di dema binçavkirina wî welatiyê de, dest bi ser telefona wî jî girtine.

Emîr Alîbêygî bo heyama 5 rojan di odeya takekesî de hatibû ragirtin û herwisa di vê heyamê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû îşkencekirin.

Emîr Alîbêygî piştî bidawîbûna lîkolînê bo girtîgha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin û piştir bi danîna barimteyê bi awayê demkî li girtîgehê hatibû azadkirin.