Merîwan: Selah Azadî çalakvanê sinfî yê mamosteyan bi salek girtîgehê hat cezakirin

09:56 - 12 Şibat 2023

Selah Azadî çalakvanê sinfî yê mamosteyan û endamê Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistanê, ji aliyê taya 1a  dadgeha Şoreşa Merîwanê, bi tohmeta “propagende li dijî nizamê” hat cezakirin.

Roja Çarşemî 11`ê Cozerdana îsal, civîna lêkolîn li derheq tohmetên wî çalakvanê sinfî yê mamosteyan li taya 1 a dadgeha Şoreşa bajarê Merîwanê birê ve çû.

Ew çalakvanê sinfî yê mamosteyan bi tohmeta “propagende li dijî nizama Komara Îslamî, têkdana hizra giştî û endambûn digel yek ji partiyên Kurdî li rêya belavkirina kurte film û wêneyan”, bo dadgeha Şoreşa Merîwanê hatiye gazîkirin.

Roja Şemî 27`ê Xakelêweyê jî, “Selah Azadî” bo berevanîkirin ji tohmetên ku li dijî hatine sepandin li taya 1 a lêkolînê ya dadgeha Şoreşa bajarê Merîwanê amade bû û di dawiya lêkolînê de bi danîna barimteyê heta dema birêveçûna civîna dadgehê hatiye azadkirin.

Roja Pêncşemî 18’ê Xakelêweyê, Selah Azadî bo polîsê Feta ya Merîwanê hatibû gazîkirin û piştî lêpirsînê, dest danîn ser telefona wî û dosyeya wî bo taya lêkolînê ya dadgeha Şoreşa Merîwanê hatibû şandin.