Kolberek bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînûrê bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da
12:09 - 11 Şibat 2023
Şeva Înê 21`ê Rêbendanê, kolberê Kurd yê bi navê “Husên Mihemedî” yê xelkê bajarê Rebetê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetî li sînûrê bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da.
Hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê haydarkirina berê, li sînûrê “Zile” ya ser bi bajarê Serdeştê gule ji wî kolberê Kurd reşandin e.
Ev kolberê Kurd temen 50 saliye û xwediyê du zarokan e.
Pêka amarên ku li navenda amarê ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê de hatine nivîsîn, li sala 2012`an heta sala 2022`an, li ser hev 1849 kolber li sînûrên bajarên Kurdistanê hatine birîndarkirin û kuştin.