Zehra Mihemedî tevî redkirina lêborîna rêberî li girtîgehê hat derxistin

12:08 - 11 Şibat 2023

“Zehra Mihemedî” naskirî bi (Zara Mihemedî) mamostaya zimanê Kurdî û endamê Encûmena Çandî û Civakî ya “Nûjîn”ê bi weşandina vîdyoyekê li ser rûpela îsgrama xwe ragihand ku, bi bê haydarkirina navbirî, malbat, parêzerê dosyeya wê, heval û endamên “Nûjîn”ê, demjmêr 7`ê şeva Înê rêkevta 21`ê Rêbendanê bi bê vê ku daxwaza lêborînê kiribe bi lezgînî di 5 deqeyan de li girtîgehê hatiye derxistin.

Herwisa Mihemedî di vê vîdyoyê de îşare bi vê yekê dike ku, berê berpirsên girtîgehê û li rêya parêzerê dosyeya wê ji dadgehê re ragihandibû ku, bi ti awayî daxwaza lêborînê nake û wê ew daxwzkariya qebûl nine.

Ew mamostaya zimanê Kurdî dibêje ku; Wê bawerî bi heqîqeta rêbaza xwe heye û herwisa binçavkirin û cezakirina wê bi destê wê bixwe nebûye û hatina derve li girtîgehê jî bi destê wê nebûye.

“Zehra Mihemedî” naskirî bi (Zara) di dawiya vêdyoya xwe de tez dike ku, bawerî bi rêbaza xwe heye û heta dawiya jiyana xwe rêbaz û armanca xwe dê bidomîne.

Roja Şemî 18`ê Befranbara 1400`an, “Zehra Mihemedî” piştî gazîkirin bo cî bi cî kirina cezayê bo dadgeha Sinê, hatibû binçavkirin û bona cî bi cî kirina cezayê hatî sepandin bo navenda Îslah û Terbyet a Sinê hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 12`ê Befranbara 1400`an, Encûmena Çandî û Civakî ya “Nûjîn”ê ragihandibû ku, piştî derbaskirina dewrên yasayî yên dosyeya “Zehra Mihemedî” di Dîwana Bilind a welat de û red kirina biryara madeya 477 `an carek din navbirî ji aliyê dozgeriya Sinê bi 5 sal hepsa te`izîrî hatibû cezakirin.

Li Befranbara sala 1399`an jî, cezayê 10 sal hepsa te`izîrî ji aliyê taya 4 a dodgeha pêdaçûnê a Sinê bi serokatiya dadwer “Mistefa Teyarî” 5 sal cezaya hepsa te`izîrî hatibû guhertin.

“Zehra Mihemedî” bi tohmeta “çêkirina girûp û komkirina xelkê bi mebesta têkdana ewlehiya neteweyî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a Sinê bi 10 heps hatibû cezakirin.

Herwisa dawîn civîna dadgeha “Zehra Mihemedî” 27`ê Rêbenda 1398`an li taya 1 a dadgeha Şoreşa Sinê bi serokatiya dadwer “Se`îdî” hatibû lidarxistin.

 Û roja Sêşemî 24`ê Pûşpera sala 1399`an cezayê 10 sal heps ji parêzerê wê re hatibû ragihandin.

Roja Duşemî 11`ê Sermaweza sala 1398`an, ev endama Encûmena “Nûjîn”ê bi danîna barimteya bi qasî 700 milyon Tumenî bi awayê demkî hatibû azadkirin.

“Zehra Mihemedî” naskirî bi (Zara) li 2`ê Cozerdana sala 1398`an, ji aliyê wezîfedarên kinc şexsî yên Wezareta Îtla`atê di mala wê de hatibû binçavkirin û heta 10`ê Cozerdana heman salê li ciheke nexuya li odeya takekesî de darbas kirbû û piştî vê bo girtîgeha Sinê hatibû veguhastin û cihê ragirtina wê ji malbata wê re hatibû ragihandin.

 “Zehra Mihemedî” di pêvajoya hevdîtin digel malbatê de gotibû ku, ev di heyama 8 rojên ku di odeya takekesî de bûye di bin givaşan  de ev neçar kirine da ku îtrafên bizorê bike.