Urmiye: Welatiyek Kurd ji ber teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî canê xwe ji dest da

10:50 - 11 Şibat 2023

Roja Pêncşemî 20`ê Rêbendanê, ciwanê Kurd yê bi navê “Dariya Mikaîlî” temen 23`ê salî û kurê Teymin û xelkê gundê “Kelereş”yê ser bi bajarê Selamsê ku ji ber teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî birîndar bibû, li nexweşxaneya “Xumeynî”a Urmiyê de canê xwe ji dest.

Pêka gotina çavkaniyek haydar, 7 rojan berî niha hêzên leşkerî yên hikûmetî li taxa “Kuştargah”a ser bi bajarê Urmiyê maşîna wî welatiyê Kurd bi hinceta hilgirtina kelûpelên qaçax teqe jê kirbûn.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Ew ciwanê Kurd ji ber lêketina gule bi pê û hevka wî bi dijwarî birîndar bibû.

Wê çavkaniya haydar di berdewamiyê gotiye: Hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê haydarkirina berê teqe ji “Dariya Mikaîlî” kiribûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, termê wî ciwanê Kurd radestî malbatê nehatiye kirin.