Sine: Nexuyabûna qedera Sîrwan Mihemedî

10:38 - 11 Şibat 2023

Li derheq qedera Sîrwan Mihemedî, welatiyê Kurd yê ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirine ti zanyariyek ber dest nine.

Pêka gotina çavkaniyek haydar, ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par bûye.

Roja Yekşemî 16`ê Rêbendanê, Mihemedî bi bê nîşandana belgeya yasayî ji bo cara duyem ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û malbata navbirî ti zanyariyek li derheq qedera wî de tinînin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina Sîrwan Mihemedî de, birayê wî yê bi navê Îbrahîm Mihemedî jî xitbûn.

Ew welatiyê Kurd di rêkevta 25`ê Xezelwerê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha ewlehî ya bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî îşkencekirin û lêkolînkirinê li rêkevta 17`ê Befranbarê bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Di vê heyama du mehên binçavkirinê de, li ser daxwaza Serdogerê Giştî û Şoreşa Sine, malbata wî ciwanê Kurd bo heyama nîv dejmêrî di girtîgeha ewlehî ya Şehramfer de karîne hevdîtin bikin.

Herwisa li rêkevta 1`ê Sermawezê di dozgeriya Giştî û Şoreşa Sinê de dosyeya wî welatiyê Kurd de tohmeta “têkdana prensîp û ewlehiya giştî” hatiye pejrandin.

Elîriza Faryabî, lêkolerê taya 1 yê Dozgeriya Giştî û Şoreşa Sinê, li rêkevta 18`ê Befranbarê li nameyekê de bo Îtla`ata Spahê daxwaza radestkirina kelûpelên şexsî yên Sîrwan Mihemedî kiribû, lê Îtla`ata Spahê digel vê daxwazkariyê dijberî kiriye.

Serdozger û lêkolerê taya 1 yê Dozgeriya Giştî û Şoreşa Sinê li rêkevta 8`ê Befranbarê ji bo cara duyem di nameyekê de ji Îtla`ata Spahê daxwaz kiriye ku kelûpelên wî welatiyê Kurd radest bikin, lê vê îdareyê dubare ev daxwazkarî red kiriye.

Wêneyên “CTS” a laşê Sîrwan Mihemedî ye ku piştî azadbûnê hatine girtin.