Pîranşar: Du welatiyên Kurd bi girtîgehê hatin cezakirin
Du welatiyên Kurd yên bi navên “Hasl Omerî û Omîd Azad Daver” ji aliyê taya 102 a dadgeha keyferî ya bajarê Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Emîr Mihemedî” ve, bi girtîgehê hatin cezakirin.
Li gor biryara dadgeha yekem, Omîd Azad Davar bi tohmeta “komkirin û tebanî li dijî ewlekariya netewî ya welat” 3 sal û 7 meh û Hasil Omerî jî bi tohmeta “propagandakirina li dijî rejîmê” 8 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Ew her du welatiyên Kurd ji tohmetên weke “têkdana prensîp û ewlehiya giştî” hatine lêborîn.
Roja Duşemî 23`ê Xezelwerê, Omîd Azad Dawer yê xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştire bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên dadgehê li girtîgeha Nexedê hatiye azadkirin.
Hasl Omerî yê xelkê bajarê Pîranşarê jî, li rêkevta 21`ê Xezelwerê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Çarşemî 16`ê Sermawezê bi danîna barimteyê li girtîgeha Nexedê bi awayê demkî hatiye azadkirin.
Ew her du welatiyên Kurd di heyama binîçavkirnê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe bê par bûne.
Wêne ji aliyê rastê bo çepê ve: Omîd Azad Dawer û Hasl Omerî