Seqiz: Osman Îsmaîlî çalakvanê kedkarî hat binçavkirin

17:51 - 9 Şibat 2023

Roja Çarşemî 19`ê Rêbendanê, Osman Îslamaîlî çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Ew çalakvanê kedkarî bê nîşandana belgeya yasayî li şeqama “Şoheda”ya bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Ew çalakvanê kedkarî roja Çarşemî 11`ê Cozerdana îsal, bi “têkdana hizra giştî û propagende li dijî nizamê di berjewendiyên girûp û saziyên dijberê Komara Îslamiya Îranê” de hatiye tohmetbarkirin û ji aliyê taya yek ya dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî ji tohmetên ku li dijî hatine sepandin bêsûç hatiye ragihandin.