Bane: Welatiyek bo cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgehê hat veguhastin

17:44 - 8 Şibat 2023

Roja Sêşemî 18`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Hoşyar Şe`ibanî” temen 27 salî û kurê Mihemed û xelkê bajarê Bane bo cîbicîkirina cezayê xwe hati binçavkirin û bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd li dadgeha Şoreş a Seqizê ya li bajarê Bane bi serokatiya dadwer “Ekber Mîrzayî” bi tohmeta “propagende li dijî nizamê” salek hepsa te`izîrî hatiye cezakirin û herwisa tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona dijberê hikûmeta Îranê” hatiye lîborînkirin.

Ev cezaya roja 21`ê Reşemeha sala 1400`an ji vî welatiyê re hatiye ragihandin.

Dadgehê 8 meh cezayê hepsa vî welatiyê han 5 sal rawestand û 8 meh cezayê hepsê jî wek tedbîr rawestand û hat ragihand ku divê Şe`ibanî di heyama rawestanê de dem bi dem xwe bo îdareya îtla`ata bajarê Bane bide naskirin û herwisa belgeyên pêwîst ji bo yekîneya cîbîkara cezayê keyferî bide.

Roja Yekşemî 23`ê Xezelwera 1400`an, Hoşyar Şe`ibanî bi barimteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên dadgehê hatibû azadkirin.

Di heyama binçavkirinê de ev welatiyê han ji ber xwînrêjiya me`ide li girtîgeha îtla`ata Baneyê bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî hatibû veguhestin

Hêzên ewlehiyê li girtîgehê Şe`ibanî xistibûn bin givaş û îşkenceyê û piştire navbirî tûşî xwînrijiya mîde bibû.

Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji “destpêragihştina bi parêzer” û “hevdîtina bi malbata xwe re” bê par mabû.

Roja Pêncşemî 4`ê Xermanana 1400`an, ev welatiyê han bêyî pêşkêşkirina belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin.