Qesra Şîrîn: Du xwenîşanderên nerazî cezayê girtîgeh û derbên qamçiyê li ser wan de hat sepandin

17:42 - 8 Şibat 2023

Du welatiyên nerazî yên bi navên “Peyman Şîrbendî” temen 43 salî û kurê Mihemedelî û “Mehdî Feqîrî Qolî Lale” temen 25 salî û kurê Mihemed bi awayê amadenebûn li dadgehê, ji aliyê taya 101a dadgeha keyferî ya du ya Qesra Şîrîn bi serokatiya dadwer “Cewad Xusrewî” her yek bi 8 meh girtîgeha te`izîrî û 50 derbên qamçiyê hatin cezakirin.

Dadgehê ew her du welatiyên nerazî bi “Tevgerên ne konvansiyonel û denge deng û nakokî û rê nedana xelkê ji encamdana bazirganiyê” tohmetbar kiriye û pêka madeya 618 a yasaya cezaya Îslamê ya li sala 1375`an, ew her du welatî bi 8 meh girtîgeha te`izîrî û 50 derbên qamçiyê (Kêmkirin û hejmartina rojên girtina berê) ceza kiriye.

Biryara ku di 9ê Rêbendanê de der barê van her du xwenîşanderan de hatiye dayîn, neçalak bû û di nava 20 rojan de piştî agehdarkirinê, dikare li taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a Du ya Qesra Şîrîn were îtirazkirin û piştî bidawîbûna dema navbirî, di nava 20 rojan de, dikare li dadgehên pêdaçûnê yên parêzgeha Kirmaşanê sikalayê tomar bikin.

Ew her du welatî di meşa nerizayetiyên Qesra Şîrîn de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştî bidawîhatina dewrên lêkolînê bi danîna barimteyê hatibûn azadkirin.