Binçavkirina Seyîd Tariq Husênî, xwandekarê zanista Olî li Ciwanroyê
10:32 - 1 Şibat 2023
Roja Yekşemî 9`ê Rêbendanê Seyîd Tariq Husênî, xwandekarê zanista Olî li bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.
Hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeyên yasayî êrîşkirine ser mala wî û bi şikandina camên derî û pencereyên malê, hundrî malê bûne û navbirî binçavkirine.
Pêka gotina çavkaniyek haydar, Seyîd Tariq Husênî, piştî binçavkirinê bo lêkolînkirinê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Kirmaşanê veguhastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên ku li idjî Seyîd Tariq Husênî hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.