Berdewamiya binçavkirin û nexuya bûna qedera welatiyek Kurd

12:15 - 8 Şibat 2023

Bi derbasbûna mehekê li ser binçavkirina “Ferhad Melkî” yê xelkê gundê “Tengîser” yê ser bi bajarê Sinê û rûniştiyê bajarê Merîwanê, li derheq qedera wî de ti zanyariyek serast ber dest nine.

Pêka gotina çavkaniyek haydar, ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par bûye.

Herwisa wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Melkî bo îtrafên bizorê û erêkirina tohmetên sexte di girtîgeha îdareya îtla`ata Merîwanê de, di bin givaşan de ye.

Wê çavkaniya haydar ragihandiye jî ku: Malbata navbirî bona haydar bûn li derheq rewşa kurê xwe çendîn caran serdana îtdareya îtla`ata bajarê Merîwanê kirine, lê hêzên ewlehî ji wan re ragihandine ku, merca azadiya “Ferhad Melkî” erê kirina tohmet û îtrafan ne.

Roja Yekşemî 18`ê Befranbarê, “Ferhad Melkî” li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, êrîşî ser mala wî kirine û dest bi vekolînê kirine.

Herwisa hêzên ewlehî dest bi ser telefona Melkî û endmên malbatê de girtine.