Zanyariyên nû li derheq çawaniya canjidest dana Peyman Mênberî di meşa xwenîşandanên Sinê de
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di hevpeyvîn digel yek ji xizmên Peyman Mênberî de, li derheq canjidest dayên meşa serhildana seranserî hin zanyarî dest xistine ku hêzên serkutker navbirî bi demançeyê ji pişt serê wî ve, ev kirine armanc.
Vê çavkaniya haydar zêde kiriye ku, “Peyman Mênberî” di meşa xwenîşandanên nerizayetiyê li Sine, ji pişt ve ji aliyê hêzên ewlehî ve bi demançeyê teqe jê hatiye kirin û gulle li dilê wî ketiye û demldest canê xwe ji dest daye.
Herwisa wê çavkaniya haydar gotiye: Piştî canjidest dana wî, termê wî bo pîzişka yasayî hatiye veguhastin û di belgenameya mirinê de, sebeba mirina wî, lêkevtina amûrek tund an tûj, hatiye ragihandin.
Roja Yekşemî 6ê Sermawezê, malbata “Peyman M;nberî” ji bo sikalayê li taya 4 a Lêkolînê ya Serdozgeriya Giştî û Şoreşa Sinê kir, lê Sahibe Veîsî dayîka “Peyman M;nberî” daxwaza Dadgeha Şoreşê ya Sinê red kir û bo nivîsîna sikalayê diyar kir ku "Komara Îslamî ya Îranê kurê min kuşt ye."
Herwisa çend rojan berî niha jî, dayîka “Peyman Mênberî” di peyameke vîdyoyî de îlan kir ku, “Komara Îslamî bersiv bide ku çima xwîna kurê wê rijandine.”
Roja Sêşemî 16`ê Rezberê, “Peyman Mênberî” yê temen 25 salî û kurê Eyûb û Sahibe û xelkê gundê “Nêyer” û rûniştiyê bajarê Sinê ku hostakarê cax danînê bûye û di meşa nerizayetiyên sernaserî de bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutker canê xwe ji dest da ye.
Termê “Peyman Mênberî” demjmêr 2:00 serspêdeya roja Yekşemî 17`ê Rezberê bi amadebûna malbata wî û hêzên ewlehî di Biheşta Mihemedî ya Sinê de bi axê hat spartin.
Navbirî di dawîn posta ku li ser rûpela Îstgarma xwe belavkirbû, nivîsîbû: “Ev dibe baştirîn Şemî li dîrokê de, xwenîşandan lidar dixin, girevê digrin, an bi gotina wan wêrankariyê pêk tînin, aloziyan çê dikin, her kes ku bixwaze li ser rêya me astengiya çê bike emê şer dikin, birîndar bin, şehîd bin, şeqamên bajêr dikin bi dojeh heta azadiya tevaw a gel, malbat û bajarê xwe didomînim.”