Du welatiyên Kurd yên xelkên bajarê Nexedê hatin binçavkirin

16:39 - 7 Şibat 2023

Serspêdeya roja Sêşemî 18`ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Kerîmî” kurê Mistefa û “Selah Mewlûdzade” kurê Qadir yên xelkên gundê Qelatan yê ser bi bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

Hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeyên yasayî êrîşî ser malên wan her du welatiyên Kurd kirine û piştî vekolîna malên wan ew binçavkirine.

Herwisa ew her du welatiyên Kurd çend demjmêran piştî lêkolînkirin di îradeya îtla`ata Nexedê de, hatine azadkirin.