Du welatiyên Kurd yên xelkên bajarê Pîranşarê hatin binçavkirin

16:37 - 7 Şibat 2023

Spêdeda roja Sêşemî 18`ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Reza Boreke û Semî`i Resûlî” yên xelkên bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeyên yasayî êrîşî ser malên wan her du welatiyên Kurd kirine û bi tûndûtîjî û lêdanê ev binçavkirine.

Pêka gotina çavkaniya haydar, hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan her du welatiyên Kurd de, şûşeyên derî û pencereyên malên wan şikandine.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye, hêzên ewlehî telefonên wan her du welatiyên Kurd jî dest bi ser de girtine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û cihê ragirtina wan her du welatiyên Kurd ti zanyariyek ber dest nine.