Piştî derbasbûna sê hefteyan hîn jî qedera xwandekarê Kurd nexuya ye

11:08 - 7 Şibat 2023

Tevî derbasbûna nêzî sê hefteyan li ser binçavkirina “Nasih Tehazade” xwandekarê Zansita Pîzişkî yê xelkê bajarê Pîranşarê, hîn jî zanyariyek serast li derheq xedera wî ber dest nine.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew xwandekarê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par bûye.

Herwisa wê çavkaniya haydar zêde kiriye ku, heta niha bidûreçûna malbata “Nasih Tehazade” bona agehdarbûn li qedera navbirî bê encam bûye.

Tehazade li dawiya meha Befranbarê li Zahidanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binîavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hatiye veguhastin.

Herwisa heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî xwandekarê Kurd hatine sepandin, ti zanyariyeke serast ber dest nine.