Mes`ûd Şemsnejad û Osman Muzeyen parêzeriya Hêmn Şahî girtin bi stûyê xwe

10:43 - 7 Şibat 2023

Mes`ûd Şemsnejad û Osman Mozeyen parêzeriya Hêmn Şahî, girtiyê mesa xwenîşandanên bajarê Şinoyê girtin bi stûyê xwe.

Şahî bi “Moharibe û Efsada fêl_ Eriz” hatiye tohmetbarkirin.

Parêzer Mesûd Şemsnejad li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Piştî şandina dosyeya Hêmn Şahî bo taya sêyem ya dadgeha Şoreşa Urmiyê û bi erêkirina serokê dadgeha pêwendîdar, ew ku bi “Moharibe û Efsada fêl_ Eriz” hatiye tohmetbarkirin, digel hevalê xwe Osman Mozeyen parêzeriya wî me qebûlkir, û ev girtiyê Kurd li bajarê Şinoyê hatiye binçavkirin û dê li Urmiye bê dadgehîkirin, bi hêviya edaletê.

Hêmn(Karwan) Şahî temen 23`ê salî û kurê Yasîn, şeva Duşemî 2`ê Xezelwerê, ji aliyê hêzên îtla`ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û pêka zanyariyên “Kurdpa”yê, Hêmn Şahî di heyama lêkolînkirinê de bi tunditirîn şêweyî hatiye îşkencekirin ku heta tiliyeke destê wî jî şikandine.

Niha ew welatiyê Kurd li girtîgeha Urmiyê de ye.