17 meh cezayê girtîghê bo Mes`ûd Kurdpûr, sernivîserê Ajansa Nûçegihaniya Mukriyanê

10:04 - 6 Şibat 2023

Mes`ûd Kurdpûr, sernivîserê Ajansa Nûçegihaniya Murkiriyanê, ji aliyê dadgeha Şoreşa Bokanê, bi 17 meh girtîgeha te`izîrî ku 9 meh ji vê dibe birê ve here hat cezakirin.

Herwisa ev rojnamevan û çalakvanê mafê mirovî yê Kurd, ji aliyê dadgeha Şoreşa bajarê Bokanê bi sebeba tohmetên weke “propagende li dijî nizamê” bi 9 meh girtîgehê û “alozî di prensîpên giştî de”bi 8 meh girtîgehê hatiye cezakirin.

Civîna dadgeha bidûreçûn bi tohmetên Kurdpûr, li Sermaweza îsal li taya yek a dadgeha Şoreşa bajarê Bokanê bi awayê video konferans hatiye lidarxistin.

Li gorî yasaya tevhevkirina Cezayan, cezayê herî giran ê Mesûd Kurdpûr wate 9 meh hepsa te`izîrî dibe birê ve here.

Mes`ûd Kurdpûr, roja Sêşemî 29ê Xermanana 1401`an, li mala xwe de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Urmiyê veguhastibûn.

Herwisa navbirî piştî bidawîhatina dewrên lêkolînê bo girtîgeha Miyandavê hatiye veguhastin û niha li girtîgeha Bokanê de ye.

Berê jî Mes`ûd Kurdpûr çend caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û cezayê girtîgehê bo birîbûn.