Sine: Pûya Rostemîpûr lîstikvanê topa pê hat binçavkirin

17:40 - 5 Şibat 2023

Roja Çarşemî 12ê Rêbendanê, Pûya Rostemîpûr, temen 32 salî, û rahênerê topa pê û xwediyê bawerînameya fakulteya Biyokîmya ya zanîngeha Azad a Sine, ji aliyê hêzên îtla`ata Spahê ve hat binçavkirin û bo girtîgeha Ewlekariya Şehramfer hat veguhastin.

Hêzên îtla`ata Spahê bi bê nîşandana belgeya yasayî ev welatiyê Kurd di maşîna şexsî ya wî de binçavkirine.

Herwisa hêzên îtla`ata Spahê piştî binçavkirina Rostemîpûr, êrîşî mala wî kirine û piştî vekolîna malê, kampyûter û kelûpelên elekterîkî yên wî jî dest bi ser de girtine..

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeb û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.