Li Merîwanê welatiyek ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

10:16 - 1 Şibat 2023

Roja Sêşemî 11`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Arvîn Nîkpeyî” û kurê Hesen û xelkê gundê “Nêy” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeyên yasayî, ew welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê binçavkirine.

Herwisa hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî xortî, şeva Sêşemî êrîşî ser mala wî li gundê “Nêy” kirine û labtop û telefona wî dest bi ser de girtine.

Her di vê pêwendiyê de, di navbera gundiyan û hêzên ewlehî de şer û pevçûn derketiye û gundiyan hêzên ewlehî neçar kirine da ku dev ji gund berdin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçackirin û tohmetên ku li dijî “Arvîn Nîkpey” hatine sepandin, ti zanyariyek ber dest nine.