Girtiyek xelkê Urmiyê di girtîgeha Kerecê de hat îdamkirin

16:28 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Sibêdeha îro roja Sêşemî 20ê Befranbara 1401an Rojî, girtiyekî Kurd yê xelkê gundê Gêçê yê ser bi devera Soma ya ser bi bajarê Urmiyê û yê bi navê “Peyman Ereb Gêçeyî”, di girtîgeha Recayîşehr a Kerecê de hat îdamkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê daye zanîn, ew girtiye berê bi tohmeta “madeyên hişber” hatibû girtin û ji aliyê dezgeha dedgeh ve bi îdamê hatibû cezadan.

Navbirî di heyama çend rojên borî de ji bo birêveçûna cezayê bi ser de hatî sepandin, bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Di vê derheqê de, sibeha roja Duşemî 19ê Befranbarê, cezayê îdama du girtiyên bi navên “Reşîd Lewendpûr Xidirî û Xaliq Xizirzade” yên xelkê Urmiye û Pîranşarê li girtîgehên Kerec û Bender Ebasê hatin bidarvekirin.