Mamosteyek olî yê Kurd di girtîgehê de çarenivîsa wî nediyar e

11:48 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Mamosteyê olî yê bi navê “Mihemed Xizirnijad” û xelkê bajarê Bokanê, 52 roj e di girtîgehê de ye û ji çarenivîsiya wî ti zanyariyek ber dest nîne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, di heyama 50 rojên borî de malbata vî mamosteyê olî ji bo agahdarbûn ji çarenivîsa wî serdana saziyên ewlehî û dadweriyê kirine, lê ti bersivek ji wan re nehatiye dan.

Wê çavkaniya agehdar zêde kiriye: Malbata mamosta Mihemed Xizirnijad piştî ku çend caran ji bo zanîna çarenivîsa wî ev yeka şopandine,  ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî bêrêziyê hatiye.

Mamosta Mihemed Xizirnijad ,roja Şemî 28ê Xezelwerê, li bajarê Bokanê digel kurê xwe yê bi navê Yasir ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

Ev mamosteyê Kurd piştî vê ku li merasîma biaxspartina Esed Rehîmî yek ji qurbaniyên xwenîşandanên Bokanê de axavtibû, hatibû girtin.