Li Girtîgeha Îlamê 10 xwenîşanderên Avdana û Dêhloranê dest avêtine bi greva birçîbûnê

11:27 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Ji roja Şemî 17ê Befranbarê ve, 10 xwenîşanderên bajarê Avdanan û Dêhloranê bi nîşaneya nerizayetî li hember rewşa xirab a girtîgehê û nerêveçûna dosyayên wan li girtîgeha navendî ya Îlamê dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Çavkaniyeke agehdar ji rewşa wan girtiyan di xwenîşandanên Avdanan û Dêhloranê de li hevpeyvînekê digel Kurdpayê ragihand: Eşkan Ehmedî, Saman Muradî Wendan, Mucteba Mihemedwelî, Saman Qasimî, Mîlad Ensarî, Pûya Mehmûdnijad, Ramîn Selmanî û Secad Cemalî yên xelkê Avdananê û Ekber Derwîşî û Emîr Ekramî yên xelkê Dêhloranê dest avêtine bi greva birçîbûnê.

Wê çavkaniyê diyarî kiriye: Beşek ji van xwenîşanderên grevgirtî, zêdetir ji sê mehan e ku di girtîgehê de çarenivîsa wan nediyar e.

Wê çavkaniya agehdar gotiye: Berpirsên dadwerî bi hincetên cur bi cur pêvajoya dosyeyên van 10 xwenîşanderên girtî paş xistine.

Ev 10 xwenîşanderane di xwenîşandanên Avdanan û Dêhloranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.