Cezaya îdamkirina 2 binçavkiriyên xelkê bajarên “Urmiye û Pîranşar”ê li “Kerec û Benderebas”ê hate cîbicîkirin

00:26 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Sibêdeha roja Dûşemî 19`ê Befranbarê, cezaya îdamkirinê ya 2 girtiyên bi navê “Reşîd Lewendpûr Xidirî” xelkê bajarê Urmiyê û “Xaliq Xizirzade” xelkê bajarê Pîranşarê di girtîgehên “Kerec û Benderebas”ê hat cîbicîkirin.

“Reşîd Lewendpûr Xidirî”, kurê “Siyaweş”ê xelkê gundê “Xeregoş”ê girêdayê bajarê Urmiyê, çend salan berî niha bi sedema tohmetên girêdayî bi madeyên hişber hatibû binçavkirin û cezaya îdamkirinê li ser sepandibûn. Navbirî roja Yekşemî 18`ê Befranbarê bo cîbicîkirina cezaya sepandî, bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya bajarê Kerecê hatibû veguhastin.

“Xaliq Xizirzade” ê temen 33 salî û kurê “Omer” ê xelkê gundê “Kanî Budax”ê, rûniştiyê bajarê Pîranşarê, sê sal berî niha bi tohmetên girêdayî bi madên hişber hatibû binçavkirin û cezaya îdamkirinê li ser de hatibû sepandin.

Ew binçavkirî çend rojan berî niha bo cîbicîkirina cezaya sepandî, bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya bajarê Benderebasê hatibû veguhastin.

Wêne ji rastê ve bo çep: Reşîd Lewendpûr Xidirî, Xaliq Xizirzade