Îlam; Cezayê hepsê û cezayên zêde ji Ayet Arifîniya re hat birîn

23:24 - 31 Kanûna Paşîn 2023

Ayet Arifîniya xwandekarê fekolteya maf û birêveberê kanala telegram ya bi navê “Abdanan li guzera zeman de”, ji aliyê taya yek ya dadgeha Şoreşa Îlamê bi serokatiya dadwer “Receb Mihemedî”, 6 sal û 7 meh û 15 roj heps û du sal qedexeya derkevtin li welat hat cezakirin.

Ew çalakvanê medenî bi tohmeta “birêvebirina kombûnan bi armaca têkdana ewlehiya welat”, 6 sal heps(ku 3`ê salên wê ragiriye) û “çalakî û propagende li dijî nizamê(ji rêya avakirina kanala telegramî)”  bi 7 meh û 15 roj girtîgehê hatiye cezakirin.

Di berdewamiya vê cezayî de, pasaporta navbirî jî dest bi serde hatiye girtin û cezayê dernekevtina du sal li welat jî bo hatiye birîn.

Ew cezaya li rêkevta 2`ê Befranbarê hatiye danê û 40 rojan piştî dana wî cezayî ji navbirî re ragihandin e.

Ayet Arifînya roja Sêşemî 11`ê Rêbendanê bi rêya telefonê cezayê hatî dan li dadgeha destpêkî de ji malbata wî re hatiye ragihandin.

Ayet Arifînya xelkê Abdananê ye û roja Duşemî 9`ê Xezelwerê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û li girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê de ye û heta niha dadgehê azadiya demkî ya wî bi danîna barimteyê erê nekiriye.